GAZÎANTEP
Navçeya Rumkaleyê ya Gazîentabê û der û dora wê bi hatina biharê xweşiktir bû. Rumkale bi dîmenên sirûştî bala turîstan dikşîne.
Rumkale li ser girekî bilind a ku ava Merzîmenê digîhîje çemê Firatê ava bûye û dîroka wî digîhîje 2 hezar sal berê.
Bermayiyên dîrokî, ava şîn a çemê Firatê û kulîlkên biharê ve Rumkale bala turîstan dikşîne.
Turîstên biyanî û herêmî yên ku tên herêmê him bermahiyên dîrokî digerin û him jî bi keştiyê nîvgiravê temaşe dikin. Turîst diçin gundên ku di bin bendava Bîrecikê de mane û li wir heta roj diçe ava digerin û dîmenên xweşik dikşînin.