MARDÎN
Fexredîn Xalefê (38) sûriyî ji ber şerê navxweyî, 2 sal berê ji welatê xwe reviya û xwe sparte Tirkiyeyê. Welatiyê Sûriyeyê Xalef ji roja ku hat Tirkiyeyê heta niha bi malbata xwe hêvî dikin ku vegerin cih û warên xwe.
Xalefê ku ewilî ji welatê xwe bû û niha jî li Kiziltepeya Mêrdînê notirvaniya înşeatan dike, piştî welatê xwe niha jî hêdî hêdî jî ji siheta xwe dibe. Lewra welatiyê Sûriyê çû navenda tenduristiyê û hat teşhîskirin ku li nexweşiya pençeşêra gewriyê ketiye.
Xalef li 6 kesan diniêre û ji bo tedawiyê jî ji 10 rojan carekî diçe Diyarbekir û tê. Çûn û hatina wî ji bo malbata wî jî pir zehmet e lewra pere tune û çavê zarokên wî Hamalîn, (10), Hemed Salîh (7), Şiyar (6), xanima wî Şîrîn Xelîl (28) û bavê wî Mehmet Salih Îbrahîm hemû li destê Xalef e.
Xalef daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku bavê wî ji ber ku êdî kal e nikare bixebite zarokên wî jî hêj hûr in û wiha pê de çû: "Min di înşaetan de notirvanî dikir lê ji ber vê nexweşiyê êdî ez nikarim wî karî jî bikim. Ji ber vê jî ez ji rayedar û xêrxwazan alîkariyê dixwazim.
Xanima wî Şîrîn Xelîlê jî destnîşan kir ku bi saya alîkariya cîranan debara xwe dikin û Xalef jî wiha got: "Li Sûriyeyê ez westayê siwaxê bûm lê ji ber ku ez jî emeliyat bûm êdî nikarim bixebitim. Li welatê me mala me hebû ez li wê derê hoste bûm. Xwezî şer biqede û em vegerin welatê xwe. Tiştê hatiye serê me Xwedê nebe serî tu kesî."