Rauf Maltaş
13 Cotmeh 2026•Rojanekirin: 13 Cotmeh 2026
Li Şanliurfayê di çarçoveya "Civîna Salane ya Bajarên Muzîkê ya UNESCOyê" da aşiq, dengbêj û evdal derketin ser dikê.
Civîn bi mazûvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Şanliurfayê li otêlekê hat lidarxistin û di çarçoveya civînê da konserên piçûk hatin dayîn û pêşandinên muzîkal hatin kirin.
Di bernameyê da aşiq û dengbêjên Rihayî (Şanliurfa) û evdalên Qirşehirî derketin ser dikê, dewlemendiya muzîkê ya çandên cuda li ser heman dikê hat pêşandin.
Di bernameyê da Aşiq Sefaî û Aşiq Dertlî Dîvanî avêtin ber hev, koma evdalên Qirşehirî muzîka xwe pêşand, dengbêj Mehmûd Aydogdu û Îsmaîl Devebakan jî kilam gotin.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Şanliurfayê Mehmet Kasim Gulpinar, Kordînatorê Bajarên Muzîkê yê UNESCOyê Jacob Wagner, Serokê Komîsyona Neteweyî ya Tirkiyeyê ya UNESCOyê Prof. Dr. Ocal Oguz û gelek hunerhezên xwecî û biyanî jî bername şopand.
Bername wê bi çalakiyên cuda cuda va 3 rojan dewam bike.