Wezîrê Karên Derve Fîdan li Bexdayê serdanên fermî kirin
Can Efesoy
17 Cotmeh 2026•Rojanekirin: 17 Cotmeh 2026
photo: Mustafa Hatipoğlu / AA
ANKARA
Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, li Bexdaya ku ji bo beşdarbûna 52yemîn Civîna Konseya Wezîrên Karên Derva ya Rêxistina Hevkariya Îslamî (RHÎ) lê ye, digel Serokê Meclisa Nûneran a Iraqê Heybet Halbusî û Serokê Komisyona Heşda Şebî Falih Feyyad, herwiha Wezîrê Dewletê yê Iraqê û Serokê Eniya Turkmenên Iraqê Mehmet Seman Agaoglu ra hevdîtin kir.
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên dîplomatîk hatine girtin, Fîdan di çarçoveya 52yemîn Civîna Konseya Wezîrên Karên Derva ya RHÎyê ya ku li Bexdayê hat sazkirin da peywendî pêk anîn.
Fîdan ê ku bi Serokê Meclisa Nûneran a Iraqê Halbusi û Serokê Komisyona Heşda Şebî Fayyad ra civiya, pêşwaziya Wezîrê Dewletê yê Iraqê û Serokê Eniya Turkmenên Iraqê Agaoglu û heyeta Turkmenan a pê ra kir.