Türkan Tosun
26 Îlon 2019•Rojanekirin: 29 Îlon 2019
Li Tunceliyê muzeyeke ji 2 hezarî zêdetir berhemên dîrokî tê da bên nîşandan wê vebibe.
Bajarê Tunceliyê ya ku di salên dawîn da bi turîzma xwe va navê xwe dide behskirin benda vekirina muzeyê ye.
Avahiyê ku wê bibe muze di sala 1937an da hat çêkirin û heta sala 1949an wek qişleya eskeriyê hat xebitandin.
Di sala 1949an da Wezareta Darayiyê ev avahî dewr hilda û heta sala 2015an jî ev der wek lojmanên karmendan hat bikaranîn.
Di vê avahiyê ku bi avasaziya Awursturya û Almanyayê va li ser qadeke 5 hezar û 805 mêtroqereyî hatiye çêkirin û hewşa wê hezar û 800 mêtroqere ye di sala 2015an vir va tê nûkirin.
Nûkirina avahiyê temam bû û ewê piştî demekê bê vekirin.
Di muzeyê da belge, ewraq, wêne, berhemên nivîskî û devkî yên bajêr wê cih bigrin.
Bi navên "Elewîtî", Arkeolojî", "Etnografya" û "Pirtûkxane" beşên cuda wê di muzeyê da hebin.
- "Tuncelî ji hêla turîzmê va wê gelekî balê bikşîne"
Midûrê Çand û Turîzmê yê Bajêr Îsmet Hakan Ulaşoglu ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand bi vekirina muzeyê va kêmasiyeke girîng wê ji holê rabe û Tuncelî ji hêla turîzmê va wê gelekî balê bikşîne.
Ulaşoglu got li bajêr hejmara turîstan her ku diçe zêde dibe û wiha axivî: "Em dikarin ji vê derê ra bibêjin 'dilê bajêr'. Me li Muzeya Elezîzê berhemên aîdê Tunceliyê ne tespît kirin. Bi alîkariya Midûriya Laboratuvara Herêma Restorasyon û Konservasyonê ya Diyarbekirê berhem xistin pakêt û koliyan. Niha ji hezar û 500î zêdetir berhem li wir hene. Bi berhemên ku wê ji muzeyên bajarên din bên va ji 2 hezarî zêdetir berhemên dîrokî wê di nav demeke kin da bên teşhîrkirin û amadekirin, paşê ji ziyaretvanên me ra bên pêşkêşkirin."