Haydar Şahin
28 Îlon 2019•Rojanekirin: 30 Îlon 2019
Di çarçoveya Festivala Îsotê û Tehmên Şanliurfayê (URFEST) ya ku Şaredariya Bajarê Mezin a Şanliurfayê ew ê di 11-13ê cotmehê da li dar bixe da dest bi komkirina îsotan kirin.
Çalakiya "Komkirina Îsotê" ya li ser rêya Girê Miraza bi xwendina Qurana Pîroz dest pê kir.
Zeynel Abîdîn Beyazgulê Şaredarê Bajarê Mezin beriya komkirina îsotan axivî û diyar kir ku Şanliurfaya bajarê qedîm bi fistiq, bîberiye, xezal û xweşikahiya tebîetê navenda cazîbeyê ye.
Beyazgul destnîşan kir ku gelek ziyaretvanên xwecî û biyanî tên bajêr û wiha pê da çû:
"Şanliura koçê hildide û serjimar û ciwanên bajêr zêde ne. Şanliurfa navendeke cazîbeyê ye û ew ê wisa bimîne. Kes nikare vê biguherîne. Girê Miraza ya wekî destpêka dîrokê tê nirxandin û gelek herêmên dîrokî yên bi jimartinê xilas nabin ji bo bajarê me ciyên girîng in. Em îro dest bi komkirina îsotê dikin. Îsotên me bê reqîb in. Yên ku îsota me dixwin dibin muptela. Gelê Şanliurfayê di taştê da jî îsotê dixwe. Jixwe îsotên me dibin bajarên din lewra dibê hilberîn û pakêtkirina îsotê zêde bibe. Em her kesî gazî Festivala Îsotê û Tehmên Şanliurfayê dikin. Înşaellah festivala me ew ê bibe festivaleke navneteweyî. Em ê tehmên bi sedan sal in di malên xwe da çêdikin bidin mêvanên xwe."
Bahattîn Yildizê Serokê Bajêr ê AK Partiyê, Vîldan Polata Endama MKYKya AK Partiyê, rayedarên din û welatî beşdarî çalakiyê bûn û bi hev ra ji zeviyê îsot kom kirin û paşê çalakî xilas bû.
Ew ê di çarçoveya Festivala Îsotê û Tehmên Şanliurfayê ya 3yan da meşa kortejê bikin, konserên li derva bidin, pêşengehan vekin, pêşbaziya xwarina îstoê li dar bixin û şahiya çîkê bikin.