AGRI
Li Avkevira navçeya Agiriyê welatiyên ku derketine Zozanê Esena Jêrîn ku ev zozan dora Gola Masiyan e, paşîva xwe ya ewil xwar.
Selçuk Kalkanê ku li navenda Avkevirê dijî, her sal ji meha gulanê pê va derdikeve Zozanê Esena Jêrîn. Kalkan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew piştî nimêja terewîhan raza û rabûn paşîvê.
Kalkan diyar kir, piştî ku hewa germ dibe ew ji xwe ra derdikevin zozanan û bi qasî 3 mehan li zozanan dimînin. Kalkan wiha dewam kir: "Em li zozanan heywanan xwedî dikin û zexîra xwe ya şîr, mast û penêr hildidin."
Kalkan got ku li zozanan hewa bi şev pir sar dibe û germahî dikeve bin sifirê û wiha dewam kir:
"Em ji hal û wextê xwe xweş in. Tenê em ji malbata xwe dûr in û xwezî ew jî li cem me bûna. Lê zar û zêç hene, Xwedê mihaweze bike. Debara me jî ji vir tê. Ez bi heval û hogirên xwe va li vir im û em heywanan xwedî dikin. Em wexta ku radibin paşîvê di serî da teseliya heywanên xwe dikin ka bê yên ku mirar bûne hene an na? Hin caran mîhên me nexweş dikevin, em teseliya wan dikin. Ji bo gur û berazan em teseliya wan dikin."
Huseyîn Kuşê ku heywanan xwedî dike jî got ku ew heywandariyê dike û 3 mehan li zozanan dimîne.
Kuş daxuyand ku ew ji malbatên xwe dûr in û wiha pê da çû: "Car caran wexta ku nexweşên me çêdibin, em diçin mala xwe. Ev der li gor gund û navçeyê hêniktir e. Em nava rojê heywanên xwe diçêrînin, hiriya wan dibirin, didoşin û şîrê wan dikin rûn û penêr. Em êvaran jî di konan da li hev dicivin û ji xwe ra xeberdidin."