VAN (AA) - Li navçeya Miksê bi bernameya 5emîn a ku îsal hat lidarxistin ve Feqiyê Teyran hat bibîranîn.
Waliyê Wanê Îbrahîm Taşyapan di çarçoveya bernameyan de Tirbeya Feqiyê Teyran ziyaret kir. Walî Taşyapan tevî xanima xwe Nesîbe Taşyapanê ve li vir tîlaweta Qur'ana Kerîm guhdarî kir û dû re dia kir.
Walî Taşyapan li vir, pêşangeha 30 berhemên Mela Ahmet Husrev Koyuncu yên xeta xweşik û ebrûyê ya ku bi destê Qaymeqamtiya Miksê û Miftîtiya Bajêr ve li hewşa tirbeyê hat lidarxistin, vekir.
Walî Taşyapan çû ziyareta xaniyê Feqiyê Teyran ê li taxa Kartalê û li vir performansa Ekîba Muzîka Tesewufê ya Miftîtiya Bajêr a erbaneyê temaşe kir û dû re çû seredana çîlexane û tirbeyên li hewşa Mizgefta Arwasî ya dîrokî.
Taşyapan di bernameya bibîranînê de destnîşan kir ku Feqiyê Tayran mitesewif û derwêşekî pir mezin e û wiha domand:
"Feqiyê Teyran, li ser vê axê, xwe ji hêla menewî ve perwerde kiriye û xwe gihandiye, derfetên ku Xwedê derxistiye pêşiya wî baş emilandiye û bi qewlikên xwe ve ji 300, 400 sal beriya niha gîhaştiye roja me. Ev rojên bibîranînê pir baş in. Ji ber ku em çiqas ji nirxên xwe haydar bin, ewqas baş e. Îro hemû dinya Hezretê Mewlana û Yûnis Emre nas dike. Înşellah di salên pêşiya me de hemû dinya dê Feqiyê Teyran jî nas bike."