DIYARBAKIR
Li Dicleya navçeya Diyarbekirê di dewetan de lîstika "ji govendê keçrevandin" hê jî tê lîstin.
Li Dicleyê dewet 3 rojan dewam dikin û di dewetan de dîmen û lîstikên balkêş derdikevin holê.
Di dewetan de govendên balkêş tên lîstin û di roja dawîn a dewetê de kevneşopiyek jî hê berdewam dike û di dewetê de lîstika "ji govendê keçrevandin" tê lîstin.
- Ciwan hunera xwe nîşan didin
Di lîstikê de 3 ciwan di destê wan de ço tên qada govendê. Ji ciwanan yek cil û bergên jinan li xwe dike û yên din jî ji hiriya mêşinan ji xwe re rû çêdikin.
Li gor senaryoyê du lîstikvanên ku di destê wan de ço hene û bi yê ku cil û bergên jinan li xwe kiriye re digerin, yek ji wan birayê keçikê ye, yê din jî bavê wê ye û nahêlin mêr keçikê birevînin.
Li gor lîstikê di nav teşqeleyê de keç tê revandin û malbat lê digere. Piştî ku keçik paşve tê yê ku revandiye tê dîtin û mesele di nav rûspiyên gund de tê çareserkirin.
Ev lîstika kevnare di dewetan de tê lîstin da ku neyê jibîrkirin.
- "Mebest ew e ku kêfa mêvanan were"
Mixtarê gundê Çavliyê Haci Yakut daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Lîstika 'ji govendê keçrevandin' lîstikeke kevnare ye. Mebest ew e ku kêfa mêvanan were."
Yakut di berdewamiyê de wiha axivî: "Navê vê lîstikê 'Kalik' e û di lîstikê de ji govendê keç tê revandin. Ev şano bêamadehî tê lîstin. Mêvan piştî dewetê xelatan didin xortan."