Türkan Tosun
01 Îlon 2026•Rojanekirin: 01 Îlon 2026
Pêşbirka di navbera Beşîktaş û Arca Çorum FKyê da li Stada Tupraşê çêbû.
Hakem Çagdaş Altay, Îbrahîm Çaglar Uyarcan û Esat Sancaktar pêşbirk bi rê va birin.
Di deqîqeya 9emîn a pêşbirkê da futbolîstê Beşîktaşê Vaclav Cerny golek avêt û Beşîktaş bi 1-0 bi ser ket.
Di deqîqeya 43yemîn da futbolîstê Beşîktaşê Dusan Vlahovic ji penaltiyê golek avêt û tîmê bi 2-0 serkeftina nîva ewil bi dest xist
Nîva ewil a pêşbirkê bi 2-0 serkeftina Beşîktaşê va qediya.
Di nîva duyem a pêşbirkê da jî di deqîqeya 52yemîn da futbolîstê Arca Çorum FKyê Mohamed Dîamonde golek avêt û encama pêşbirkê bû 2-1.
Futbolîstê Beşîktaşê Dusan Vlahovic di deqîqeyên 59 emîn û 66emîn da du gol avêtin û Beşîktaş gihîşt 4 golan.
Di deqîqeya 73yemîn da futbolîstê Beşîktaşê Îlhan Fakili golek avêt û encama pêşbirkê bû 5-1.
Futbolîstê Arca Çorum FKyê Ermîn Mahmîc di deqîqeya 77emîn da golek avêt û encama pêşbirkê gihîşt 5-2yan.
Di deqîqeya 83yemîn da Mîchael Murîllo jî golek avêt û pêşbirk bi 6-2 serkeftina Beşîktaşê va qediya.