23 Adar 2017•Rojanekirin: 28 Adar 2017
HEWLÊR
Li bajarê Hewlêrê mezargehekî ku di kolanan de hat dîtin, tarîxeke 3 hezar salane ya veşartî û xezîneyeke mirovatiyê jî derxist ber ronahiyê.
Mezargehê ku bilindiya wî 2 metro, dirêjahiya wî 3 metro ye û 3 taqên biçûk tê de hene gelek nihêniyên tarîxê jî ji tarîtiyê xelas kir.
Ev berhemê tarîxî di kolanên ekîba Rêveberiya Şûnewarên Hewlêrê ya li bazara bajêr Taxa Erebanê de hat dîtin û li gor tesbîtên ewil aîdî serdema asûriyan e.
Der barê tarîxa wê de jî hat ragihandin ku di navbera 3 û 3 hezar û pênsed salî de ye.
Ekîba Ajansa Anadoluyê cihê mezargeh kişand û der barê tarîx û aîdiyeta wî de ji berpirsan agahî wergirtin.
Berpirsan ragihand ku di mezargeh de 3 gor hene û hestî û kiloxên 9 kesan lê hatine dîtin. Herwiha li cihê mezargeh 40 kûz û eşyayên zînetê yên wek guhar, gustîl û hwd hatin peydakirin.
Cihê ku mezargeh lê hat dîtin wek şûnewareke li cîhanê meşhûr tê zanîn.
Berpirsê Pişkinînê yê Rêveberiya Şûnewarên Hewlêrê Goran Mihemed, ji bo peyamnêrê Ajansa Anadoluyê der barê mezargeh de wiha agahî da:
"Mezargeh ji bo karbidest û desthilatdarên asûriyan hatiye çêkirin. Bi qasî ku em dizanin qonaxên asûriyan 3 ne. Li gor lêkolînên me ev aîdî serdema navîn e. Ev jî teqrîben 3 û 3 hezar û pênsed sal berê ye."
Mihemed diyar kir ku ji bo rêzgirtina van kesan deriyê mezargeh nizim hatiye hiştin. Wekî din anî ziman ku bi qasî tê fêmkirin ev mezar aîdî kesên baladest û rêvebiran in.
Mihemed, got ewê mezargeh wek cihekî tarîxî bihêlin da ku xelk ziyaret bikin.