22 Adar 2017•Rojanekirin: 22 Adar 2017
DIYARBAKIR
Sûra navçeya Diyarbekirê ya ku terorîstên PKKyî par zerer dabûnê tu dibê ji nû va tê avakirin.
Xebatên ku Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê û TOKIyê ji bo avakirina Sûra ku ji ber hendek, barîqatên PKKya rêxistina terorî û îmhakirina teqemeniyan zerer dîtibû dewam dikin.
Xebatên ku di 4ê Kanûna Paşîn da bi beşdariya Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Mehmet Ozhasekî va temelê wan hatibû avêtin dewam dikin. Bi temamkirina xebatan va Sûra ku ji 33 şaristaniyan ra malxweyîtî kiriye ew ê ji nû va bê avakirin.
Bi saya vê berhemên dîrokî yên li Sûra ku ji gelek şaristaniyan ra malxweyîtî kiriye û rêça wan lê heye û wek "Parîsa Rojhilatê" tê zanîn ew ê bên parastin û ji nifşên teze ra bên hiştin.

- Çemê Dicleyê ew ê dîsa ciwan bibe
Bi destê wezaretê xebatên rekreasyona Geliyê Dicleyê û Çiyayê Qirxlardaxiyê dewam dikin.
Çemê Dicleyê ku ji rojhilatê Diyarbekirê dest pê dike, ber bi başûr diherike û herwiha Deşta Dicleyê ku vê derê dihewîne, qada tûrîzm û rekreasyonê ya bajêr e. Qada sepana etaba 1emîn ku ji aliyê Wezareta Hawirdor û bajarvaniyê hat kifşkirin, li ser 31,85 hektarî ye.
Di çarçoveya projeya ku li bakur Baxên Hewselê, li başûr Pira Dehderî, li rojava rêya Ovabax Diyarbekirê û li rojhilat jî Çiyayê Kirklarê di xwe da dihewîne da dê taybetiyên siruşt û ekolojiya Deşta Dicleyê jî bê hesibandin û li gorî wê dê parka siruştê, rêmeş, qadên dar û hêşînahiyê, tesîsên civakî û mizgeft bên avakirin.

- Xaniyên li gorî nexşa herêmî tên çêkirin
Li navçeyê li devera ku ji bûyerên terorê zerer dît, bi destê Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê wekî etaba ewil çêkirina 44 xaniyên herêmî yên Diyarbekirê dest pê kir. Tê plankirin çêkirina xaniyên ku li ser 13 hezar metro çargoşeyî tê avakirin, dawiya sala îsal kuta bibe.
- Kolana Xazî û sûka dîrokî tên tezekirin
Wezaretê îhale û peymana kolana Gaziyê û Sûka Yanika dîrokî ya kêleka wê çêkiriye. Di çarçoveya "Projeya Duristkirina Kuçeyê" da xebatên nûkirinê dewam dikin.
Bi projeyê va 494 kargeh wê ji nû va werin verastkirin. Piştî ku xebatên nûkirinê kuta bûn, ew der wê bibe navendeke cazîbeyê.
TOKIYê Li Îçkaleya dîrokî, qada ku Mizgefta Hz. Suleyman û 27 Sehabiyan lê ye, ji avahiyên çelexwarî paqij kir.
TOKIyê ji bo tûrîzm û manewiyata bajêr, dest bi xebatên peyzajê kir.

Li Îçkaleyê xebatên peyzajê wê werin kutakirin.
Walî Huseyîn Aksoy daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku Sûrên Diyarbekirê 5 hezar û 800 metro ne, ev der bi Baxçeyên Hewselê va ketin nav Lîsteya Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê, ji bo danasîna bajêr û çanda bajêr va ev der pir giring in.
- "Welatê me û bajarê me layiqê tiştên baş in"
Aksoy destnîşan kir ku ji bo nûkirina binesaziya navçeyê îhale hatiye kirin û ji sedî 50 xebat qediyane, di hundirê Sûrê de jî rêyeke 2 kîlomotroyî hatiye çêkirin.
Aksoy anî ziman ku xebat dewam dikin û wiha axivî: "Bi xebatan ve emê Sûrê li gor berê bikin Sûreke baştir û ji hêla turîzmê ve mirov wê eleqeyê nîşan bidin. Ez di serî de ji Serokomarê me, Serokwezîrê me, Wezareta Hawîrdor û Bajarvaniyê û hemû wezîrên me re sipas dikim."

Ji welatiyan Abdullah Kayıt jî got ku berê ev der pir xirab bûn, lê niha pir xweş bûye û wiha axivî: "Ji ber ku ev xizmet kirin ez sipasiya wan dikim. Di zarokatiya me de gelek tûrîst dihatin Diyarbekirê. Bircên me, xan û koşkên me hene. Em dixwazin ev der wek berê bin welatê me û bajarê me layiqê tiştên baş in."
Şehmus Tunç jî anî ziman ku berê devê çemê Dicleyê pir xirab bû lê bi van xebatan ve ewê baştir bibe û sipasiya rayedaran kir.
Hulya Yaz a ku ji Wanê hatiye û li Diyarbekirê zanîngehê dixwîne jî got ku Diyarbekir bajarekî dîrokî ye û ji bo tûrîstan projeyên pir baş tên çêkirin.