Di sala 1991î de Herêma Kurdistanê dijî rejima Baasê serî hilda. Piştî serhildanê Neteweyên Yekbûyî (NY) berbenda 36emîn îlan kir. Ji wê rojê vir de 11ê adarê wek rizgarkirina Hewlêrê tê pîrozkirin.
Rêveberiya Kurdan di çarçoveya roja rizgarkirina Hewlêrê û "Paytexta Turîzma Welatên Ereban a 2014an" de mihrîcaneke ku heftekî bidome li dar xist. Îsal cara 8emîn e ku mihrîcan tê lidarxistin. Di roja ewilina mihrîcanê de li parka Şanedarê hin çalakî hatin li dar xistin. Balafirên rapêşiyê firîn û welatî mest kirin. Ji Tirkiye, Gurcistan, Romanya, Efrîn (Sûriye), Bexda, Basra, Kerkûk, Sileymanî ve Duhokê ekibên reqasan hatin bajêr û li wir lîstin.
Di vekirina mihrîcanê de Walî Newzed Hadî axivî û diyar kir ku Hewlêr "Paytexta Turîzma Welatên Ereban a 2014an" e ji bo vê jî çalakiyên bên lidarxistin û wiha got: "Em ê îsal Mihrîcana Hewlêrê û newrozê bi kelecanake bêhempa pîroz bikin."
Hadî destnîşan kir ku îro roja rizgarkirina Hewlêrê ye û wiha axivî:" Hikûmeta Bexdayê 44 sal berê ewilîn di vê rojê de hebûna kurdan bi fermî qebûl kir û hemû mafên wan hilda bin qanûnan. Kurdan wê çaxê parlemento û hikûmeta xwe saz kirin. Ji wê rojê heta îra em di gelek tiştan de pêş ve çûn. Gelên din jî xêra vê pêşveçûyîne dîtin. Kurdistanê pêşveçûyîna xwe bidomîne. Qeyranên ku niha diqewimin nikarin me bidin sekinandinê."
Pişti axavtina Hadî ji hunermendan Berdan Mardînî, Damî Raperîn, Ereb Osman, Ayat Huseyn û Kamaran Salih konsêr dan. Kesên ku beşdari mihrîcanê bûn cil û bergên berê yên kurdan lixwekirin.
Mihrîcanê dê heta 20ê adarê bidome.