Hûrgiliyên hevdîtina Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Îtalyayê Matteo Renzî ya ku li Romayê pêk hat, eşkere bûn.
Li gor daxuyaniya ku di malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê da hat weşandin, di hevdîtinê da Renzî wiha got: "Wê alîkariya Îtalyayê ya ji bo Herêma Kurdistanê dewam bike. Em ê di warê însanî û leşkeriyê da piştgiriya Kurdistanê bikin. Ji bo terorîzm biqede çi ji destê me were, em ê bikin. Li ser navê xwe û gelê xwe têkoşîna pêşmergeyan a li dijî terorîstan pîroz dikim. Pêşmerge di warê berxwedan û mêraniyê da peyamên muhîm didin dinyayê."
Renzî destnîşan kir ku divê pêşî li ber were girtin çekdar tevlî DÎŞIyê bibin û çavkaniyên rêxistinê bên birîn û wiha dewam kir: "Divê xebatên hevbeş bên meşandin. Di vê mijarê da Îtalya li cem Herêma Kurdistanê ye. Lewra Herêma Kurdistanê dereke muhîm e. Me biryar da ku em li Hewlêrê konsolosxane vekin. Ji bo me muhîm e ku aramiya li Hewlêrê dewam bike."
Nêçîrvan Barzanî jî ji bo alîkariyên Îtalyayê sipasiya Renzî kir. Barzanî destnîşan kir ku li Herêma Kurdistanê hejmara penaberan zêde ye û got ku divê raya giştî ya navneteweyî alîkariya Herêma Kurdistanê bike.
Îtalya cebilxane û çekan ji pêşmergeyan ra dişîne û digel vê jî piştgiriyê dide ku hêzên kurdan perwerdeya leşkerî bibînin.