Abdullah Tel
05 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 06 Rêbendan 2018
ÎSTANBUL
Guner Ozkula qîza hunermend Munîr Ozkulê ku di 93 saliya xwe da îro li mala xwe ya Stenbolê wefat kir got: "Heke pirsgirêkek denekeve ji bo merasima cinaze em roja yekşemê difikirin. Îhtimaleke pir kêm lê dibe ku duşemê be jî."
Guner Ozkulê daxuyanî da rojnamegeran û qala nexweşiya ev demek dirêj bû ku bavê wê dikişand kir û wiha pê da çû: "Bi rastî jî ji ber wan xeberên derew ên ku çend caran belav bûn em ji bo rojek wiha êdî amade bûn. Serê me hemûyan sax be."

Li ser pirsên rojnamegeran ên der barê merasima cinaze da Gunerê got: "Heke pirsgirêkek denekeve ji bo merasima cinaze em roja yekşemê difikirin. Îhtimaleke pir kêm lê dibe ku duşemê be jî. Li Sehneya Muhsîn Ertugrul wê merasim bê kirin û ji wir jî emê bibin Mizgefta Teşvîkiyeyê."
Hunermendê ku di sala 1925an da li Stenbolê hat dinê di sala 1940î da wextê hê li Lîseya Mêran a Stenbolê xwendekar bû li Halkeviya Bakirkoyê dest bi şanoyê kir.
Hunermend Ozkulê ku ewilî di gelek lîstikên şanoyê da her carê bi rolekê cih girt ji salên 1950yî şûn va dest bi sînemayê kir. Di gelek fîlman da wek qarakterên curbecur cih girt û gelek hat ecibandin.
Hunermend Ozkul li hundir û dervayê welêt gelek xelat hildan û di salên 1990 da jî di rêzefîlman da jî cih girt.