Nihat Kavşut
06 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 08 Rêbendan 2018
HATAY
Samîr Tlasê (40) li Sûriyeyê 15 sal parêzerî kir û piştî ku bi destê hêzên rejimê hat binçavkirin û 3 salan di hepsê da êşkence dît der heqê rojên xwe yên dijwar da pirtûk nivîsand.
Tlasê li Şamê di xwepêşandanê da bi destê eskerên rejimê hat binçavkirin û 3 salan di 2 girtîgehên leşkerî da ma sala 2014an bi guherandina dîlan ya di navbera mixalif û rejimê da hat berdan.
Samîr Tlasê zewicî ye û 3 zarokên wî hene piştî azad dibe xwe dispêre Reyhanliya navçeya Hatayê û li vir bi cî dibe.

Tlas di pirtûka xwe ya bi navê "Reva Ji Dojeha Girtîgehê" ya 130 rûpelî da qala êşkenceyên 3 salên li girtîgehê dike. Pirtûka Tlas ya bi erebî ji bona tirkî û îngilizî hat wergerandin.
Samîr Tlas daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ji ber berteka dijî niheqiyê hatiye girtin.
Tlas diyar kir wek parêzer wê li dijî niheqiyê bêdeng nemîne û got min 3 salên xwe di girtîgehê da derbas kir.