DIYARBAKIR
Muzeya Ziya Gokalp a li Sûr a navçeya navenda Diyarbekirê ye di bûyerên bêdestûr ên ku di 6 û 7ê cotmehê de bi hinceta êrîşên DAEŞê yên li ser Kobanêyê hatin lidarxistin de molotof avêtibûn û muzeyê zirar dîtibû.
Muzeya 2 qatî ya ku di Kuçeya Gokalp a li taxa Zîya Gokalpê dimîne wê ji nû ve bê restorekirin.
Yekîtiya Acenteyên Gerê ya Tirkiyeyê (TURSAB) û Wezareta Çand û Turîzmê protokol îmze kirin û di demeke kurt de di bin berpirsyariya TURSABê de wê dest bi restorasyona muzeyê bikin.
- "Şewitandina muzeyekê nayê qebûlkirin"
Waliyê Diyarbekir Huseyîn Aksoy daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ew tevgerên wiha şermezar dikin û wiha pê de çû: "Berhemên çandî zirar dibînin û muzeyek tê şewitandin, ev tişt nayên qebûlkirin. Em van bûyeran şermezar dikin."
Walî Aksoy destnîşan kir ku di dema bûyeran de ji 15 berhemên etnografîk 9ên wan winda ne û yan jî hatine şewitandin, berhemên mayî jî piştî restorekirinê wê bên pêşandan.
Aksoy ragihand ku piştî restorekirinê muze wê ji bo serdanê bê vekirin.