BATMAN
Bi pêvajoya çareseriyê re, hejmara turîstên ku tên Heskîfa wek mizeyeke servekiriye zêde bûn.
Piştî destpêkirina pêvajoya çareseriyê li herêma rojhilat û başûrê rojhilatê jî aramî çêbû. Yek ji geşedanên pêvajoyê jî zêdebûna hejmara turîstên ku tên herêmê ziyaret dikin e. Turîstên ku tên herêmê him Heskîfê ziyaret dikin him jî ji esnafên li wir tiştinan distînin. Esnafên herêmê ji bo vê kêfxweş in.
Tûrîstên ku tên herêmê herî zêde Sûka Heskîfê, Tirba Zeynel Beg, Mizgefta El Rizik, Qasri Rabîî û şikeftan ziyaret dikin. Tê çaverêkirin ku hejmara turîstên ku îsal bên herêmê li gor salên borî zêdetir be.
Qeymeqem Temel Ayca ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku hejmara turîstên ku îsal herêmê ziyaret dikin zêde bû û destnîşan kir ku carinan hin mekanan de cih namîne.
Ayca got: "Li Heskîfê di demên dawî de hejmara turîstan zêde bû û turîzm geş bû. Em bi vê geşbûnê kêfxweş dibin. Em hêvîdikin ku di serdemên pêşerojê de jî rewş wiha be."
Serokê Şaredariyê Vehap Kûsen jî got ku bi pêvajoya çareseriyê re hejmara turîstên ku tên herêmê ziyaret dikin zêde bû û wiha dewam kir: "Bi saya pêvajoyê herêm aram bû, aboriya herêmê xurt bû û hejmara turîstên ku tên herêmê jî zêde bû. Niha birc girtiye, bi vekirina bircê dê hejmara turîstan jî zêdetir bibe. Em li bendê ne ku erkdar alîkariyê bidin."
Midûrê Bajêr ê Çand û Turîzmê Îhsan Arslanli jî got ku bi arambûna herêmê re, hejmara turîstên ku tên ziyareta herêmê jî zêdetir bûn.
Arslanli wiha axivî: "Em li bendê ne ku hejmara turîstên dê îsal bên ziyareta herêmê ji sedî 20 zêde bibe."