ÎSTANBUL
Ceddeya Îstiklalê ya Stenbolê muzîk û muzîkvanên cuda yên dinyayê tîne cem hev. Cedde wekî pireya muzîkê ji rojava û rojhilatê enstrumanên nûjen û kevin digihîne hev.
Ceddeya Îstiklalê ji sedsala 19an vir ve cihekî navendî ye û bi dirêjahiya xwe ya kîlomêtre û nîvekê ceddeyeke girîng e. Muzîsyenên ku ji cihên cuda yên dinyayê tên li ceddeyê performansa xwe nîşan didin.