LONDRA
Keştiya Tîtanîkê 101 sal berê li nêzî rasta girava Newfoundland a Kanadayê li çiyayê cemedê qelibî û binav bû. Kemana ku ya Şefê Orkestraya Tîtanîkê Wallace Hartley bû derxistin bazarê. Di bazarê de keman bi bihayê herî zêde yanî bi milyon û 600 hezar dolarî hat firotin.
Henry Aldridge û Mala Muzayedeyê ya Dawîn a li Londraya paytextê Îngilistanê eşkere kir ku kemana ku di sala 2006an de hatibû dîtin ji aliyê berhevkarekî ku navê xwe vedişêre ve hat kirîn.
Ji aliyê Mala Muzayedeyê ve hat diyar kirin ku ava behrê xesarek mezin daye kemanê û ji ber vê jî deng ji kemanê dernayê. Marîa Robinson a destgira Hartley ev kemana ku malê Alman bû diyarî Hartley kiribû.
Tîtanîka ku di wê demê de digotin teqez binav nabe di 15 Nîsana 1912an de bi 2 hezar 228 rêwî û xebatkarên xwe ve di ava Atlantîka Bakûr de li çiyayê cemedê qelibî û binav bû.
Di vê qezayê de nêzî hezar û 500 kes mirin û xirbê keştiya ku binav bûbû jî di sala 1985an de ji aliyê Robert Ballar ve hat dîtin. Di navbera salên 1987 û 2007an de gelek caran di xirbeyê keştiyê lêgerîn hatin kirin û di van lêgerînan de gelek amûr ji xirbê keştiyê hatin derxistin.
Kemana Hartley jî di nav van amûrên ku hatibûn derxistin de bû û Hartley jî di vê qezayê de miribû.