Serlêdanên "Mîhrîcana Kurtefîlmên Kurd ên Yilmaz Guney" ya ku bi hevkariya Şaredariya Batman û Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn hat damezirandin dê di 15 îlonê de bi dawî bibe.
Li gor daxuyaniya Şaredariyê, Mîhrîcana Kurtefîlmên Kurd ên Yilmaz Guney ev cara 4emîn e ku tê lidarxistin. Mîhrîcan dê di navbera 13-17 mijdarê de bê lidarxistin. Divê berhemên ku dê bikevine pêşbirkê hetanî 15 îlonê bên şandin.
Li gor daxuyaniyê, berhemên piştî vê dîrokê bên şandin dê neyên nirxandin. Di pêşbirkê de ji bilî kategoriyên kurtefîlm, fîlmên kurteçîrokî dê fîlmên metrajên wan dirêj û belgefîlm jî hebin.