Li Hêwana Tawarê ya Konferansê vekirina "Mîhrîcana Zeytûn û Rewşenbîran" hat lidarxistin. Sekreterê Lijneya Navendî ya Birêvebirinê yê Partiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Adil Mûrad, helbestvan Mihemed Emîn Pencevîn digel hunermendên sûriyeyî beşdarî merasima vekirinê bûn. Di mîhrîcanê de hin wêne û tevî berhemên ku penaberan çêkiribû hatin pêşkêş kirin. Penaber û welatiyan aleqeyeke mezin nîşanî mîhrîcanê da.
-Jiyan dewam dike
Rojnamevan Elî Îzzet got ku ji bo balê bikşînin li ser şerê navxweyî yê li Sûriyeyê û çanda wan winda nebe mîhrîcanek bi vî rengî li dar xistin û wiha dewam kir: "Me navê zeytûnê ya ku nîşaneya Afrînêye li mîhrîcanê kir. Lewra zeytûn hêşîne yanî jîndar e. Ji bo em nîşan bidin ku jiyan dewam dike me ev nava hilbijart."
Îzzet da zanîn ku dê mîhrîcan 3 rojan dewam bike. Di çarçoveya mîhrîcanê de dê rûniştinên nîqaşê bên kirin, siyasetmedar û rewşenbîrên sûriyeyî beşdarî rûniştinan bibin. Îzzet wiha dewam kir: "Herwiha dê gelek sitranbêjên me konseran bidin. Dê helbestvanên me helbestan bixwînin û lîstikên şanoyê bên pêşkêşkirin. Armanca me ew e ku em di nav welatiyên li herêmê dijîn de îtîfaqek çêkin û hinek jî moral bidin wan."