ANKARA - FATÎH GAZÎOGLU
Mihrîcana Fîlmên Serbixwe ya Navteweyî ya Stenbolê dê sibê dest pê bike. Di organizasyona ku îsal dê cara 13emîn bê lidarxistin de galaya fîlmên ku di mihrîcanên dinyayê de eleqeyeke mezin dîtine dê li Tirkiyeyê bên kirin.
Fîlmê Derhêner Bulent Gunduz ê bi navê “Roboskî Mon Amoûr” ya ku li ser kuştina 34 kesên di bûyera Ûlûdereyê de kişandiye dê di mihrîcanê de bê nîşandan.
Ev fîlm piştî fîlmê Bulent Gunduz ê bi navê Evdalê Zeynikê yê ku 5 xelat wergirt fîlmê duyemîn e. Navê fîlm ji fîlma klasîk ê derhêner Alaîn Resnaîs "Hîroshîma Mon Amour" tê. Derhêner Bulent Gunduz ji bo kişandina fîlmê çû Ûlûderêyê û heta demekê dirêj li gel malbatan ma.
Derhêner Bulent Gunduz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ji bo ku beşdarî mihrîcanê bûye gelekî kêfxweş . Gunduz destnîşan kir ku piştî bûyerê ew û hin hevalên wî yên ku bi sînemayê re eleqedar dibin çûn gund û biryara kişandina fîlmê li wir daye û wiha got: "Piştî giriyên dayîkan min biryar da ku ez ê vî fîlmî çêkim."
Gunduz li ser senaryoya fîlmê jî wiha axivî:
"Ez, hevala min Handan Yildirim, derhênerê dîtbarî Gokhan Mezarci û operatora deng Îpek Kaya me ekîba xwe saz kir. Fîlma me rêwîtiyeke ji Parîsê ber bi Diyarbekirê û ji wir jî ber bi Roboskiyê ve ye. Fîlm bi kontrolên ku li ser rêyan tên kirin dewam dike. Ev rêwîtî pêvajoya rehabilîtasyona zarokan e. Rêwîtiya wicdana malbatên mexdûran e. Ev rêwîtî rêwîtiya feraseta meriv û civata Tirkan e."
Mihrîcana Fîlmên Serbixwe ya Navteweyî ya Stenbolê ya 13emîn di 13-23yê sibatê de li Beyoglû, Îstinye Park û Caddebostanê dê bê lidarxistin. Fîlmên mihrîcanê wekî din dê di 27ê sibat û 2yê adarê de li Ankara û Îzmirê jî dê bên nîşandan.