20 Sibat 2016•Rojanekirin: 21 Sibat 2016
ROMA
Nivîskar, zanyar, pisporê semiyolojiyê, rexnegir û rewşenbîr Umberto Ecoyê ji Îtalyayê di 84 saliya xwe da mir.
Li gor nûçeyên ku di çapameniya Îtalyayê da derketin Umberto Ecoyê ku li dinyayê tê naskirin, do li gor saeta herêmî di 22.30an da li mala xwe mir.
Eco bi taybetî bi kitêba xwe ya bi navê Navê Gulê ku di sala 1980an da hatiye nivîsandin hat naskirin û kitêbên wî yên bi navê Pendula Foucault, Baudolino û Goristana Pragê li gelek zimanan hatin wergerandin û bi milyonan hatine çapkirin.
Ecoyê ku yek ji rewşenbîrên dema xwe ye gelek xelatên navneteweyî û ji Îtalya, Almanya û Fransayê jî nîşana dewletê wergirtiye.
Umberto Eco di 5ê rêbendana 1932yan da li Alessandriaya Îtalyayê hatiye dinyayê. Di sala 1954an da bi teza xwe ya ku li ser felsefe û edebiyata serdema navîn nivîsand ji Zanîngeha Torinoyê mezûn bû. Piştî vê jiyana wî ya akademiyê dest pê dike li zanîngehên wek Torino, Floransa û Bolognayê xebatên zanistî dike. Eco bi xebatên xwe yên li ser semiyolojiyê jî tê nasîn. Eco di salên 1950yî da di kanala RAIyê ya Îtalyayê da bernameyên çandê amade kiriye.