Sevim Hatun
06 Mijdar 2017•Rojanekirin: 07 Mijdar 2017
DİYARBAKIR
Welatî û qedayiffiroş bi tescîlbûna qedayifa badandî ya Diyabekirê, kêfxweş bûn.
Walîtiyê di sala 2014an de ji bo nîşaneya tescîlê ya herêma coxrafî bidin serî li Saziya Tirk Patent û Markeyê dabû. Serlêdana ji bo qedayifa ku bi şîr, fistiq, gûz, tû, penêr û ku dûz, badandî û wekî şivê tê çêkirin û ne li herêmê li hemûyê Tirkiyeyê deng vedaye hat qebûlkirin.
-Piştî zebeş û penêrê vegirtî qedayif jî hat tescîlkirin
Qismek qedayifê li Diyarbekirê tê çêkirin û li ser daxwazan dişînin Enqere, Stenbol û Îzmîrê. Her wiha Saziya Tirk Patent û Markeyê piştî zebeşa û benêrê vegirtî yê Diyarbekirê qedayifa badandî jî tescîl kir. Welatî, qedayiffiroş û qedayifçêker kêfxweş bûn.
Qedayifçêker Murat Altunhan ji nûçegihanê AAyê re axifî got ku piştî demekê dirêj, qedayif hat tescîlkirin, em kêfxweş in. Altunhan got ku ev 30 sal in ew bi vî karî re mijûl dibe, wezîfe ji bavê xwe dewr girtiye û wiha xeber da:
"Qedayif yek ji xwarinên girîng ên Diyarbekirê ye. Piştî zebeş û penêrê vegirtî ew jî hat tescîlkirin. Înşeallah em ê her û her bi pêş bikevin û asta xwe bilindtir bikin."
-Qîzxwestin bê qedayif nabe
Altunhan wiha axivî:
"Ji sedî 80ê qedayifê diçe derveyî bajêr. Piraniya wê wekî diyarî dişînin. Herwiha di nîşan û dawetan de jî qedayif tê belavkirin. Xextê qîzxwestinê teqez qedayif tê dayin. Em di tepsiyên taybet de qedayifê çêdikin. Qedayifçêker ji bo tescîlbûna qedayifê kêfxweş bûn."