Fatih Gazioğlu
13 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 14 Tîrmeh 2018
ANKARA
Pêşangeha Ajansa Anadoluyê ya wêneyan hewla derbeyê ya FETOyê li Odeya Bazirganiyê ya Enqereyê (ATO) hat vekirin.
Pêşangeha ku bi navê "Pêşangeha Îradeya Neteweyî ya 15ê Tîrmehê" hat vekirin de Serokê Odeya Bazirganiyê ya Enqereyê (ATO) Gursel Baran axaftinek kir.
Baran diyar kir ku ev wêne ji bo dîrokê gelekî girîng in û wiha got:
"Ez ji ber vê pêşangehê spasiya rêvebirên Ajansa Anadoluyê dikim û hevalên wênekêşan jî pîroz dikim. Di şeva 15yê tîrmehê 250 kes şehîd bûn û qasî 2 hezar û 500 kes jî birîndar bûn. Di wê şevê da rûhê Şerê Çanakkaleyê yê di sala 1915an de derket holê."
Parlamentera Enqereyê ya AK Partiyê Asuman Erdogan jî ji ber pêşangehê spasiya AAyê kir û wiha axivî:
"Xwedê ji wan şehîd û xaziyan razî be. Bêtirs wê şevê bona vî miletî canê xwe dan."
Pêşangeh wê heta 20ê tîrmehê vekirî bimîne.