AGRI
Piştî pêvajoya çareseriyê turîstên herêmî û biyanî eleqeyeke mezin nîşanî navçeya Bazîdê didin.
Serokê Odeya Sanayİyê û Bazirganiyê ya Bazîdê Alî Efe daxuyanî da nûçevanê AAyê û got ku Çiyayê Agiriyê, Qesra Îshaq Paşa, Çala Meteorê, Şikefta Qeşayê, Gola Masiyan û cihên dîrokî û xwezayî yên Bazîdê bala tûrîstan dikşînin. Bazîd mêvandariya tûrîstên herêmî û biyanî dike.
Efe diyar kir ku navçe ji hêla dîrok û çandê ve li ber çavan e û ji ber Çiyayê Agiriyê ya ku bilindahiya wê 5 hezar 137 mêtro ye, gelek turîst tên navçeyê.
Efe destnîşan kir ku Qesra Îshaq Paşa 5 kîlometro dûrî navçeyê ye û 99 salan de hatiye çêkirin, bilîndahiya Gola Masiyan ji behrê 2 hezar 241 mêtro ye, çala meteorê ya ku 60 mêtro kûr e jî her dem bala turîstan dikşîne.
Efe diyar kir ku şikefta qeşayê û tirba Ehmedê Xanî jî zêde bala turîstan dikşîne. Navçe ji ber ku li ser rêya Deriyê Sînorê Gûrbulakê ye û wesayîtên ku diçin Îran, Pakistan, Ozbekistan, Tirkmenistan û Çînê ji vir re derbas dibin bandoreke erênî li ser aboriya navçeyê dike.
"Em li bendê ne ku karsaz li vir veberhênanan bikin"
Efe daxuyand ku ji ber pêvajoya çareseriyê navçe balê dikşîne û wiha got:
"Çiyayê Agiriyê, Qesra Îshaq Paşa, Çala Meteorê, Şikefta Qeşayê, Gola Masiyan û cihên dîrokî û xwezayî yên Bazîdê bala tûrîstên tûrîstên herêmî û biyanî dikşînin. Bi vê pêvajoyê ve li navçeya me hatin û çûyîn zêde dibe. Em bangî karsazan dikin ku bila werin herêmê. Bi taybetî jî karsazên ku îxracatê ji bo Îran û Komarên Tirkî dikin heke fabrîqeyên xwe li vir ava bikin, him dê bi rehetî malê xwe bigihînin wan welatan û ji mesrefa rê xilas bibin û him jî dê zêde kar bikin."