Muhammet Kurşun
08 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 09 Tîrmeh 2017
BIDLÎS
Qebristana Meydanê ya Selçûqiyan li Bidlîsê rastî eleqeya tûrîstên xwemalî û biyanî tê.
Qebristana Meydanê ya Selçûqiyan wek qebristana herî mezin a Îslamê li dinyayê tê naskirin û ji bo tûrîzma herêmê jî navendeke giring e.
Qebristana Selçûqiyan ku li ser qadeke 210 dekarê ye û 8 hezar û 169 kêl lê hene bi nicirandina keviran jî balê dikişîne. Qebristan li Exlata ku wek "Qubbetul Îslamê" tê binavkirin e.
Şaredarê Exlatê Ebdulelîm Mumtaz Çoban, diyar kir ku par 50 hezar kesî qebristan ziyaret kiriye û ev yek ji bo geşedana herêmê jî muhîm e.