Mehmet Niyazi Deniz
16 Sibat 2025•Rojanekirin: 19 Sibat 2025
Qumaşê şal û şepikê yê ji tîftîkê tê çêkirin û di çanda Başûrê Rojhilatê da navdar e di destê hosteyên Sêrtî da wek hunerê tê çêkirin.
Qumaşê şal û şepik ê ji ber ku havînê hênik û zivistanê jî germ xwedî dike, çar demsalan jî tê lixwekirin.
Saziya Patent û Marqeyê ya Tirk du sal berê qumaşê şal û şepikê bi nîşana erdnîgariyê va tescîl kir.
Ji bo ku ev qumaş di nav civakê da zêdetir belav bibe, 6 meh berê di bin banê Enstîtûya Gîhaştinê ya Sêrtê da "Atolyeya Çêkirina Şal û Şepikê" hat avakirin.
Şeş hosteyên mêr hewl didin ku vê hunera tevnkariyê di atolyeyê da zindî bihêlin. Ji ber vê, ew tayên ku ji tiftîkê hatine amadekirin bi boyaxa kok va boyax dikin û paşê li ser tevnê bi destan dikin qumaş.
Ev qumaş paşê ji hêla hostayên jin va dibin sêwiranên xweşik.
Bi qumaşê şal û şepikê cil û bergên mêr û jinan, çente, qiravêt û kelûpelên xemilandî tên çêkirin.

Midûra Enstîtûya Gîhaştinê ya Sêrtê Elîf Bobuş ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku qumaşê şal û şepikan ya ku çandeke qedîm a Mezopotamyayê ye bi pêşengiya enstîtûyê ji nû va zindî dibe.
Bobuşê got ew ji xwe ra wek wezîfe dibînin ku dewlemendiya çandî ya Sêrtê biparêzin û bigihînin dahatûyê.
Bobuşê diyar kir ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Emîne Erdogana jina wî jî eleqeyê nîşanî vî qumaşî didin.
Bobuşê wiha xeberda: "Em bi sêwirandinên rind va vî qumaşî di vê dewrê da jî bi kar tînin. Zivistanê germ digire, havînê hênik e. Cil û bergên ji vî qumaşî 50 salî jortir jî werin lixwekirin jî ev qumaş naqete û xerab nabe."

Ji hosteyên atolyeyê Osman Demir jî diyar kir ku ew 9 sal e vî karî dike û dixwaze nifşêm nû vî hîn bibin.
Demir wiha xeberda, "Meriv di qumaşê şal û şepikan da xuh nade. Ji sedî 100 hiriya tiftîkê tê çêkirin. Berê mêran ev tenê wekî cil û bergên herêmî li xwe dikirin, lê niha ji vî qumaşî kinc jî tên dirûn."
