12 Hezîran 2019•Rojanekirin: 15 Hezîran 2019
Li Beytuşebaba navçeya Şirnexê li quntarên Çiyayê Katoyê ku bi salan bi pevçûnan dihat rojevê, mihrîcana bafirokan hat lidarxistin.
Li Beytuşebaba ku piştî hizûrê bi çalakiyên xwe yên civakî û sportîf dertê pêş, şaredariyê "1emîn Mihrîcana Bafirokê ya Katoyê" li dar xist û mihrîcanê eleqeyeke mezin dît.

Di mihrîcanê da bafirokên rengîn hatin firandin, govenda biratiyê hat gerandin û xwarin hat dayîn.
Qaymeqamê Beytuşebabê Îsmaîl Pendîk beşdarî mihrîcanê bû û bi Tirkî û Kurdî silav da welatiyan.
Pendîk destnîşan kir ku nîşaneya herî mezin a Beytuşebabê Çiyayê Katoyê êdî bi xweşikahiyên xwe tê bibîranîn û wiha dewam kir, "Aydogan Aydin Paşayê me di serî da şehîdên me yên ku ev atmosfera xweş ji me ra amade kirin û Çiyayê Katoyê ji teror û zilmê xelas kirin, em wek ehlê Beştuşebabê spasiya wan dikin û ji wan ra rêzdar in. Beytuşebab û Çiyayê Katoyê wê êdî bibe nîşaneya xweşikî, yekîtî û biratiyê. Beytuşebab wê bibe navenda cazîbeyê ya herî girîng."

Pendîk daxuyand ku piştî operasyonan hizûr hat herêmê û Tirk, Kurd, jin û mêr û kal û pîr, ji saliyan bigre heta 70 saliyan welatî yek in, bi hev ra û bira ne û ji bo paşerojê hêvîdar in.
Mamoste Şengul Oguta ku ji Malatyayê hatiye û li navçeyê mamostetiyê dike got ku ew dema hatin Beytuşebabê bi fikar bûn, lê ew rastî cihekî xweş hatin.
Ogutê got ku ew merivan dewet dikin ku werin xweşikahiyên vê navçeyê bibînin.