Walîtiya Şirnexê ragihand, "Mensûbên rêxistina terorê ya cudaxwaz li Silopiyayê ser rê mayîn bi cih kir û bi kûmandayê teqand. Di teqînê da 4 polêsên me cangorî bûn, polêsekî me birîndar bû."
Li gor daxuyaniya walîtiyê, êrîş dora saet 09.00an çêbû û mayîn bi kûmandayê hat teqandin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, ji bo ku kiryar werin girtin operasyoneke berfireh dest pê kir.
-Li Beytuşşebabê gule berdan firokeya leşkerî û leşkerek cangorî bû
Li Beytuşşebapa navçeya Şirnexê mensûbên rêxistina terorê ya cudaxwaz gule berdan firokeya leşkerî û leşkerek cangorî bû.
Li gor daxuyaniya Sererkaniyê, mensûbên rêxistinê li nêzî Beytuşşebapê êrîşî firokeyê kir û leşkerek cangorî bû. Li gor daxuyaniyê firokeyê eskerên ku terhîs dibûn û derdiketin betlaneyê ji Beyşebapê dibir Şirnexê.
eskerê ku di êrîşê de birîndar bû, bi heman firokeyê gîhandin Neweşxaneya Leşkerî ya Şirnexê, lê xilas nebû.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Vê êrîşa menfûr em xemgîn kirin. Rehma Xwedê li cangoriyê me be, serê malbat, mensûbên Hêzên Çekdar ên Tirkan û milletê tirk sax be."