NEW YORK
Resam Ahmet Guneştekînê Batmanî li Newyorka Amerîkayê di Galeriya Marlborough de pêşangeha xwe ya ewil vekir.
Pêşangeh li kuçeya 57emîn a New Yorkê ku galeriyên dekoratîf ên huneran lê ne, hat vekirin. Di heman pêşangehê de berhemên hunermend Steven Sîegelê Amerîkayî jî hene.
Nunerên Tirkiyê yen li New Yorkê, gelek rojnamevan, karsaz û kesên din beşdarî vekirina pêşangehê bûn.
Pêşangeha Guneştekîn heta 4ê çileya paşîn a 2014an dê vekirî bimîne.
Galeriya ku di salên 1960an de gelek hunermendên hêja ezimandiye îro li Amerîkayê di nav 100 galeriyên herî baş de cih digre.