Wêneya ku nûçegihanê Anadolu Agencyê yê li Qahîreyê Mûsab Eş Şamî kişandibû, di nav 10 wêneyên herî baş yên sala 2013an yên ku TIMEyê hilbijartin de cî girt.
Şamî wêne di 27ê tîrmeha 2013an de li Qada Rabîayê kişandibû û di wêneyê de, dîmena cîwanê ku ji serê wî xwîn tê û li ber milên derbenexwazan e, heye.
Nûçegihanê Anadolu Agencyê Şamî wiha qala bûyerên ku roja wî ev wêne kişand, qewimîn kir: "Min dema ku bihîst dê hêzên ewlehiyê piştî nîvê şevê mudaxaleyê li ser derbenexwazên li Qada Rabîatûl Adewiyeyê bike, ez demildest çûm wir. Ez seranserê şevê di navbera Nexweşxaneya Sahrayê û qada ku ji wir mirî radikirin, diçûm û dihatim. Qêrîn, dengên sîrenan, hawarên arîkariyê û dengê guleyan tevlihev bibûn. Dûxaneke reş û xaza rondikrêj belavî hewayê bibû. Min dimenên wan digirt. Westiyabûm. Min 12 saet piştî bûyeran amadehiyên xwe yên çûyîna malê dikir ku wê demê min ji Qada Rabîatûl Adewiyeyê qêrîn bihîstin. Min komeke mirov ferq kirin. Du mêran cîwanekî ku gule li serî ketibû dibir. Ji mêran yek di şokê de bû. Dibe ku haj pê tunebe jî ka çi dibe. Ji hawirdor dengên 'erebe, ambûlans û arîkariyê' bilind dibû. Min demildest wêneyê vê dîmenê kişand. Min wê rojê herî dawî wê wêneyê kişand."
Li gor Tevgera Hevgirtina Neteweyî ya ji bo Piştgiriya Meşrûîyetê û Redkirina Derbeyê, sibehê 27ê tîrmehê di mudaxaleya hêzên ewlehiyê ya li ser derbenexwazan de ji sedî zêdetir kes mirin, bi sedan kes jî birîndar bûn.