Nihat Kavşut
21 Tebax 2019•Rojanekirin: 22 Tebax 2019
Waîl Rebiyê ressamê Filistînî bi tabloya xwe ya bi navê "Bajarê Efsûnî" ku îlhama xwe ji çîroka baleya "Gola Qazqulingê" digire dixwaze zehmetiyên li Qudsê ragihîne dinyayê.
Rebiyê 49 salî ku li El-Bireya bajarê Şerîaya Rojava dijî ku di bin dagirkeriya Îsraîlê da ye di saziya civakî ya sivîl da dijî. Rebî di resimên xêz dike da qala zehmetiyên Filistiniyên ku di bin dagirkeriya Îsraîlê da ne dike.

Waîl Rebiyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê destnîşan kir di biçûkatiya xwe da li ser dîwarên mala xwe ya li Kampa Penaberan ya El-Emariyê ya li Ramallahê bi tebeşîrê resiman çêkiriye û got ku bi profesyonelî jî qederê 10 sal berê min dest bi xebatan kir.

Rebiyê li Şerîaya Rojava tevlî gelek pêşangehên şexsî û têkel bûye diyar kir hunermend di bin tesîra bûyerên civaka xwe da dimîne û wiha got: "Ez di berhemên xwe da behsa Filistiniyên ku bi zorê ji malên wan tên derxistin, hêviya Filistiniyan ya vegera ser axa xwe, rewşa Quds û Mescida Eqsaya her dem di bin talûkeyê da ye, avakirina cî û warên ji bona Cihûyan û jiyana rojane ya Filistiniyên di bin dorpêçê da ne dikim."
Waîl Rebiyê ressamê Filistînî dixwaze trajediya dagirkeriya Îsraîlê ji civaka navneteweyî ra ragihîne.
Rebiyê bi tabloya xwe ya bi navê "Bajarê Efsûnî" beşdarî bêşbirka di bin banê Foruma Hunerên Xweşik ya Londrayê da bi destê The Arabs Groupê tê lidarxistin bûye got ku dixwaze xelata "ressamê Ereb yê herî baş" hilde.
Waîl Rebiyê ressamê Filistînî diyar kir dixwaze bi tabloya xwe ya bi navê "Bajarê Efsûnî" ku îlhama xwe ji çîroka baleya "Gola Qazqulingê" digire zehmetiyên li Qudsê ragihîne dinyayê.