10 Sibat 2016•Rojanekirin: 13 Sibat 2016
KAHRAMANMARAŞ
Enfal Abduya sûriyeyî dema ku li welatê xwe dest bi dibistanê kiriye, şer jî derketiye. Abdu ji bo ku alîkariyên Tirkiyê nede jibîrkirin û bigihîne nifşên nû, resmên ku çêkirine, vedişêre.
Mamoste Dîbo Abdu û jina wî ya Cuheyla Kazim ji eslê xwe sûrî ne û beriya şer li Helebê diman. Jin û mêr nêzî 2 sal berê ji ber şer revîn û bi 5 zarokên xwe va xwe sipartin Tirkiyê. Paşê jî li Maraşê bi cih bûn. Abdu demekê karê qaynaxê kir, paşê bi jina xwe ra li Dibistana Hayrat Muhacîr dest bi kar kirin.
Enfal Abduya 9 salî jî ji ber êrîşên Esed ji dibistana xwe ma û koçî Tirkiyê kirin. Abdu perwerdeya xwe li Tirkiyê didomîne û drama li Sûriyê li ser tûvalê xêz kiriye. Di her resmê da êşeke vedibêje. Abduyê di hin resman da jî bombeyên ku dibarin xêz kiriye. Keça sûrî digel van, resma alîkariyên ku Tirkiyê da mezlûman jî xêz kiriye.
Abdu dema ku qala resmên xwe dike, hêsirên wê jî pê ra tên xarê.
Di nav xwendekarên sûrî da pêşbirka resmên ku mijara wan "koç" e hatiye lidarxistin û Abdu wek yekemînê Maraşê hatiye hilbijartin.
Abduyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, dema ku ew li welatê xwe bûn, ji ber êrîşan bi şev di bodroma malê da diman.
- "Ez ê Tirkiyê nedim jibîrkirin"
Abduyê got ku ji bo ku ew xwe ji bombeyên Esed biparêzin, rojên wan di bin darên zeytûnê da derbas dibûn û wiha dewam kir:
"Destpêka dibistanê şer rû da. Em demekê li sûriyê man, lê talûke her ku diçû zêde dibû. Ji ber vê em revîn Tirkiyê. Ez vê gavê li Maraşê xwandina xwe didomînim. Min li vê derê xwe di xêzkirina resman da pêşda bir. Ez her roj resman çêdikim û drama Sûriyê xêz dikim. Di resmên min da cihê alîkariyên Tirkiyê cuda ye. Ji bo ku ez dostanî, biratî û xêrxwaziya Tirkiyê nedim jibîrkirin, ez ê van resman veşêrim û dema ku vegeriyam welatê xwe, ez ê nîşanî her kesî bidim. Ji bo ku alîkariyên Tirkiyê nedim jibîrkirin, ez ê miqatî van resman bibim."
Abduyê dema ku xeberda car caran hêsirên wê nedisekinîn û diyar kir dema ku hemû dinyayê temaşe dikir, Tirkiye xwedî li gelê Sûriyê derket.