Fatih Gazioğlu
26 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 30 Cotmeh 2019
Li Çukurcaya navçeya Hekariyê xebatên restorekirina xaniyê berê yên ku li gor texmînan xwedî dîrokeke 400 salî ne dewam dike.
Şaredariya Çukurcayê bi Serokatiya Îdareya Pêşketina Herêmê ya Projeya Rojhilatê Anadoluyê (DAP) ji bo restokirina 21 xaniyên li navçeyê projeyek amade kir.

Di çarçovoya projeyê da ji xaniyên ber yên dîrokî 5ê wan wek otel û 2yê wan jî wek avahiya şaredariyê wê werin emilandin. 14 xaniyên din jî wê bibin restoran, kafe û mêvanxane.
Wekîlê Şaredarê Çukurcayê Necmî Alkan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku xebatên restokirinê dewam dikin û wiha axivî: "Niha restorekirina 7 xaniyên berê qediyan. Em ê yên din jî di demeke kin da xilas bikin. Bi xêra van xaniyan turîzma navçeyê wê pêşve biçe. Dîsa bi xêra vê restokirinê em ê bibin xwedî otêl. Ev projeyeke girîng e."