Önder Beyter
08 Mijdar 2017•Rojanekirin: 08 Mijdar 2017
ANKARA (AA) - Serokomar Recep Tayyîp Erdogan wiha got, "Îro roj bajarên me ne li gorî fitrata însan lê li gorî çavçilûsiya şexsî tên înşakirin. Her ciyekî ku bi fitrata însan ra ne hemaheng be, bi bihurîna demê ra dibe zindana însan. Ji ber hindê bajarên îroyîn hizûr û aramiyê nadin însan."
Erdogan li Navenda Çand û Kongreyê ya Gel a Beştepeyê beşdarî "Lijneya Giştî ya Şûraya Bajarvaniyê" ku di bin sîwana Serokomariyê da bi destê Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê hat lidarxistin, bû.
Serokomar Erdogan, 8ê Mijdarê Roja Bajarvaniyê ya Cihanî pîroz kir û got ku ev hêvî dike, Lijneya Giştî ya Şûraya Bajarvaniyê ku bi sernavê "Di Bajarvaniyê da Vîzyona Nû" kom bû, bona welat, gel û bi taybetî jî bajaran ra bixêr be.
Serokomar Erdogan di axaftina xwe ya li vir da wiha bal kişand, "Kesên ku di rezîdansên 30-40 qatî da rûdinên û hê navê cînarê xwe yê li ber derî nizanin, tînin qala çanda jiyana taxê dikin. Bi qasî vî tiştî karekî beredayî heye? Kesên ku di emrê xwe da ji bo ku xwe li ber germ bikin, sobeyek vênexistine û qet di tu baranê da banê wan dilop nekiriye, tên qala rûmeta jiyana xaniyên şevnişîn dikin, ev ji durûtiyê wêdatir tiştek nîne. Ez êdî guh nadim kesên ku di jiyana xwe da darek daneynîbin û darek av nedabin, lê weke ku li dinyayê mirovên herî hawirdorhez bin, em ê guh nedinê."
- "Hûn çi dikin bikin lê 2019 wê bibe sala bidawîbûna AKMê"
Serokomar Erdogan bal kişand ku sala 2019 wê bibe sala qedandina avahiya AKMê û wiha pê da çû, "Hûnê Projeya AKMê ya li Stenbolê bidin nasîn, dotira rojê Odeya Endezyar û Mîmaran wê demildest ji bo vê yekê muraceatê bike. We heta îro çi kiriye? Wî bibêjin. Hûn serî li kê derê didin, bidin, bizanibin sala 2019an înşeallah wê bibe sala qedandina avahiya qirase ya operayê, Navenda Çanda Ataturk a Stenbolê. Heta ji destê we tê biperpitin, heta ji destê we tê velezin, hûn çi dikin bikin."
Erdogan diyar kir ku îro roj bajar ne li gorî fitrata însan tên avakirin û wiha dewam kir, "Îro roj bajarên me ne li gorî fitrata însan lê li gorî çavçilûsiya şexsî tên înşakirin. Her ciyekî ku bi fitrata însan ra ne hemaheng be, bi bihurîna demê ra dibe zindana însan. Ji ber hindê bajarên îroyîn hizûr û aramiyê nadin însan."