Abdullah Tel
08 Mijdar 2017•Rojanekirin: 08 Mijdar 2017
ANKARA
Serokomar Erdogan:
"Hûnê Projeya AKMê ya li Stenbolê bidin nasîn, dotira rojê Odeya Endezyar û Mîmaran wê demildest ji bo vê yekê muraceatê bike. We heta îro çi kiriye? Wî bibêjin. Hûn serî lê kê derê didin, bidin, bizanibin sala 2019an înşeallah wê bibe sala qedandina avahiya qirase ya operayê, Navenda Çanda Ataturk a Stenbolê. Heta ji destê we tê biperpitin, heta ji destê we tê velezin, hûn çi dikin bikin."

"Kesên ku di rezîdansên 30-40 qatî da rûdinên û hê navê cînarê xwe yê li ber derî nizanin, tînin qala çanda jiyana taxê dikin. Bi qasî vî tiştî karekî beredayî heye? Kesên ku di emrê xwe da ji bo ku xwe li ber germ bikin, sobeyek vênexistine û qet di tu baranê da banê wan dilop nekiriye, tên qala rûmeta jiyana xaniyên şevnişîn dikin, ev ji durûtiyê wêdatir tiştek nîne. Ez êdî guh nadim kesên ku di jiyana xwe da darek daneynîbin û darek av nedabin, lê weke ku li dinyayê mirovên herî hawirdorhez bin, em ê guh nedinê."
"Îro roj bajarên me ne li gorî fitrata însan lê li gorî çavçilûsiya şexsî tên înşakirin. Her ciyekî ku bi fitrata însan ra ne hemaheng be, bi bihurîna demê ra dibe zindana însan. Ji ber hindê bajarên îroyîn hizûr û aramiyê nadin însan."