Li bajarê Silêmaniyê duh Festîvaleke taybet bi wêjeya şaîrên Terîqeta Neqişbendî hat lidarxistin.
Festîval ji aliye Birêveberiya Çalakiyên Wêjeyî li Silêmaniyê hat rêkxistin û festîval îro jî dewam dike.
Serperiştyarê Festîvalê Eyub Rostem di hevpeyvînekê de ji AAyê re got: “Ev festîval taybet e, bi rê û rêça Neqişbendî û berhemên şaîrên vê terîqetê. Armanc çavgerandinek e li wan edîb û şaîrên ku terîqetê ew dane gehandin û xizmeta edebiyata kurdî kirine.”
Rostem pesnê Terîqeta Neqişbendî da û got: “Rê û rêça Terîqeta Neqişbendî li Kurdistanê qismekî bi temamî zindî ye di çanda ola me da. Li tekye û dergahan, pîr û mirîdên Neqişbendî digel oldariya wan, xebat û koşişa wan der barê zanist, perwerde û ronakbîriyê de gelekî bi bedewî hatiye nexşîn.”