Mîhrîcan cara ewil par hat lidarxistin. Di naveroka mîhrîcanê ya îsal de têma ji ber aramiya girêdayî pêvajoya çaerseriyê bû "aştî".
Mîhrîcanê di 1ê îlonê de dest pê kir û 25 fîlmên di vîzyonê de pêşkeşî sînemahezên wanî kirin. Di çarçoveya mîhrîcanê de gelek hûnermend û derhêner bi heyranên xwe re hatin bal hev û derfeta dîtina xweşikahiyên bajêr dîtin. Mîhrîcan dê bi fînala 7ê êlonê biqede. Di mîhrîcanê de pêşbirkeke belgefîlm û fîlmên demdirêj dê bê lidarxistin. Vecdî Sayar dê pêşbirkê de bibe serokê jûriyê.
Serokê Lijneya Birêvebiriyê yê Mîhrîcana Fîlman ya Behra Vanê Bager Oguz Oktay daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji bo ku çalakiyên çandî yên bajêr pêş bixin û şopên erdheja 2 sal berê bidin jibîrkirin li Vanê mîhrîcan li dar xistin.
Oktay dest nîşan kir ku piştî par îsal ji ber pêvajoya çareseriyê têmaya "aştiyê" tevî mîhrîcanê kirin û got ku armanca wan ew e ku bi mîhrîcanê piştgiriyê bidin pêvajoya çareseriyê.
Oktay diyar kir ku organizasyonên bi vî awayî yên li herêmê ji bo aştiya herêmê girîng in û got ku me jî xwest ku bi zimanê aştiyê bi naveroka xwe ya ku bangî aştiyê dike, piştgiriyê bidin pêvajoyê. Jixwe fîlmên ku me nîşan dan jî tev der barê aştiyê de bûn.
Oktay diyar kir ku ji bilî fîlman li cihên dîrokî yên bajêr jî qonser hat dayîn û mîhrîcan dê di 7ê îlonê de bi şeva fînalê biqede. Oktay got ku dê mêvanên rûmetê yên şevê jî derhêner Reîs Çelîk û hûnermend Kadîr Înanir bin.