Bestami Bodruk
24 Gulan 2022•Rojanekirin: 01 Hezîran 2022
Li Diyarbekirê di çarçoveya çalakiyên "Hefteya Mitbexa Tirkan" da tehmên kevnare yên bajêr hatin pêşkêşkirin.

Bi pêşengiya Emîne Erdogana jina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û kordînasyona Wezareta Çand û Turîzmê "Hefteya Mitbexa Tirkan" tê pîrozkirin. Di çarçoveya çalakiyên hefteyê da bernameya danasînê ya "mitbexa Diyarbekirê ku li ser axa bibereket a Mezopotamyayê çêbûye" li otêlekê hat kirin.

Walî Alî Îhsan Su di bernameyê da axivî û diyar kir ku li bajêr gastronomiyeke dewlemend çêbûye.

Piştî axaftinan xurekê ku hatin çêkirin, li mêvanan hatin belavkirin.
