Türkan Tosun
28 Sibat 2019•Rojanekirin: 05 Adar 2019
Vê hefteyê jê 3 xwemalî, 5 fîlm di sînemeyê da tên nîşandan
Fîlma bi navê "Deq û Dolab" a ku derhênerê wê Mîchael Şahîn Derun e û serlîstikvanê wê Şafak Sezer e wê bikeve vîzyonê.
Ji bilî Şafak Sezer, Çetîn Altay, Burcu Bînîcî û Yildirim Ocek jî di fîlmê da dilîzin.
Di mijara fîlmê de ekîbeke ji 6 kesan pêk tê heye û ev ekîb dixwaze bankayekê bişêlîne.
- "Min Bikûje Dildara Min"
Fîlma bi navê "Min Bikûje Dildara Min" a ku derhênerê wê Şenol Sonmez e jî behsa du ciwanên ku di lîseyê da evîndar in û paşê zewicîn, lê di salvegera zewaca xwe da bilêteke pîyangoyê dikirin dike.
Piştî îkramiyeya mezin ji bilêta wan ra derdikeve hin bûyer diqewimin ku fîlm behsa wan dike.
Murat Boz û Seda Bakan serlîstikvanên fîlmê ne, ji bilî wan Ozgur Emre Yildirim, Açelya Topaloglu, Seda Guven, Yosî Mîzrahî, Dilşad Şîmşek û Ali Yogurtçuoglu jî di fîlmê da dilîzin.
- "Musabbar"
Derhênerê fîlma "Musabbar" Engîn Tutuş û Erdal Tutuş in, cureya fîlmê jî tirs e.
Lîstikvanên fîlmê Mahmut Kemal Sarialtun, Cemre Cansaatçi, Reza Mollazade, Emîne Soyler, M. John Rashîddîn û Bariş Bayram Kesen in.
- "Lazzaroyê Kêfxweş"
Fîlma bi navê "Lazzaroyê Kêfxweş" di Mihrîcana Fîlman a Cannesê da xelata Senaryoya Herî Baş hilda.
Di fîlmê da gundî Lazzaroyê ciwan ê dilpak û Tancrediyê ciwan ê ku ji hêla hêza xeyalên xwe va hatiye lenetkirin hevdu dibînin û bûyerên behsa vê hevdîtinê dikin.
Derhênera Îtalyan Alîce Rohrwacher film nivîsandiye û derhêneriya wê dike.
Di fîlmê da Adrîano Tardîolo, Agnese Grazîanî, Luca Chîkovanî, Alba Rohrwacher, Sergî Lopez, Natalîno Balasso, Tommaso Ragno û Nîcoletta Braschî lîstikvan in.
- "Tabaluga"
Derhênerê fîlma "Tabaluga"yê Sven Unterwaldt Jr. ye û cureya wê anîmasyon e.
Di fîlmê da "Tabaluga" cureyek ejderhayan e, ew û prensesa qeşayê Lîllî bi hev ra hewl didin dinyayê û dostên xwe ji zalim Arktos xilas bikin.