Fatih Gazioğlu
27 Sibat 2019•Rojanekirin: 28 Sibat 2019
Îsal wê Alejandro Gonzalez Inarrîtuyê derhênerê Meksîkayî Serokatiya Juriya Mihrîcana Filman a Cannesê ya ku li Fransayê tê kirin bike.
Der barê biryarê da ji komîteya mihrîcanê daxuyaniyeke nivîskî hat dayîn.
Li gor daxuyaniyê komîteyê îsal ji bo serokatiya juriyê li ser navê Alejandro Gonzalez Inarrîtuyê derhênerê Meksîkayî biryar da.
Derhêner Inarrîtu li ser biryarê daxuyanîyek da û got ku Mihrîcana Filman a Cannesê di karîyera wî da ciyekî girîng digire û ji ber vê hilbijartinê ew gelekî şa û kêfxweş bûye.
Alejandro Gonzalez Inarrîtu xelkê Meksîkayê ye. Înarrîtu 2 sal beriya vê bi fîlmên "The Revenant" û "Bîrdman"ê xelata oscarê ya "Derhenêrê herî baş" hildabû.
Di Mihrîcanê Fîlman a Cannesê da cara ewil e derhênerekî Meksîkayî dibe serokê juriyê.
Mihrîcan îsal di navbera 14 û 25 Gulanê li Cannesa bajarê Fransayê wê bê kirin.