Melik Fırat Yücel
25 Tebax 2022•Rojanekirin: 29 Tebax 2022
Li salonên sînemayê vê hefteyê du jê xwemalî 6 fîlm dikevin vîzyonê.
Di fîlma "Cihê Çewt" (Wrong Place) da ku Bruce Willis û Ashley Greene serlehengiya wê dikin, qala polêsekî berê tê kirin. Di fîlmê da hinek didin dû polês û ew jî direve ku xwe û keça xelas bike.
Bill Lawrence senaryoya fîlmê nivîsiye, kesên wekî Michael Sirow, Stacey Danger û Massi Furlan jî tê da dileyîzin.
Cureya fîlmê rageşî û aksiyon e û Mike Burns derhêneriya wê kiriye.
- "Îlluzyon"
Di fîlma ku Giga Agladze derhêneriya wê kiriye da zilamek nexweş ketiye û xeyalan dibîne.
Jim Sturgess, Andreja Pejic, Antonia Campbell-Hughes, Roger Ashton-Griffiths û Billy Barratt di fîlmê da dileyîzin û li Gurcistanê hatiye çêkirin.
- "After Ever Happy"
Castille Landonê derhêneriya vê fîlmê kiriye; Josephine Langford û Hero Fiennes Tiffin wekî serleheng tê da dileyîzin. Fîlm li ser çîroka keç û xortekî disekine.
- "Alema Cinan 3: Şewb"
Dilara Ilgaz, Bulut Genç, Ulukan Agdaş, Naz Gedîk û Yaren Oktay tê da dileyîzin, Gokhan Ari derhêneriya wê kiriye.
- Fîlmên anîmasyon ên hefteyê
Welatê Periyan ku Aina Jarvine û Federico Milella derhêneriya wê dikin; "Karagoz: Yar ji min ra şahiyek divê (Karagoz: Yar Bana Bir Eglence) ku Murat Karahuseyînoglu derhêneriya wê dike jî fîlmên vê hefteyê yên anîmasyon in.