29 Gulan 2017•Rojanekirin: 30 Gulan 2017
PARÎS
Di Festîvala Filman a Cannesê ya ku li Fransayê hat li darxistin de Dîane Krugeraya serlîstikvana filmê "Solgun" yê ku derhênerê wî Fatih Akin e, wek lîstikvana jin a herî baş hat hilbijartin.
Merasima Festîvala Filman a Cannesê ya ku îsal cara 70emîn tê lidarxistin li Qesra Festîvalan a Cannesê çêbû.
Di merasimê de Dîane Krugerê ji ber serlîstikvaniya xwe ya di filmê Fatih Akin a "Solgun" de xelata lîstikvana jin a herî baş girt.
Di film de behsa jineke ku li Hamburga bajarê Almanyayê dijî û di êrişeke bibombe de zaroka wê û mêrê wê mirine tê kirin.
Filmê "The Square" a ku derhênerê wî Ruben Ostlundê bi eslê xwe ji Swêdê ye jî di festîvalê de xelata Palmiyeya Zêrîn girt.
Derhênerê yewnanî Yorgos Lanthîmos jî di festîvalê de ji ber filmê xwe yê bi navê "Mise à Mort du Cerf Sacré" xelata senaryoya herî baş hilda.
Xelata Taybet a Juriyê jî ji ber filmê "Nelyubov" dan derhênerê ûris Andreî Zvîaguîntsev.
Derhênerê frensî Robîn Campîllo ji ber filmê xwe ya bi navê "120 battements par minute" Xelata Mezin girt.
Xelata Derhênera Herî Baş jî ji ber filmê "Les proîes" dan derhênera emrîkî Sofîa Coppolayê.