Melik Fırat Yücel
24 Adar 2022•Rojanekirin: 26 Adar 2022
Vê hefteyê yek jê xwemalî 6 fîlm wê têkevin vîzyonê.
Di fîlma "Belfast"ê ku Kenneth Branagh derhêneriya wê kiriye da Jamie Dornan, Caitriona Balfe, Judi Dench û Jude Hill dileyîzin.
Fîlm qala çîrokeke şên dike. Çîrok der heqê hêza bîrê da ye û di dawiya 1960î da li Îrlandaya Bakur derbas dibe.
Fîlma ku di 2021ê da hatiye çêkirin di 7 şaxan da bûye namzedê Oscarê û îsal di Xelatên Akademiya Fîlma Îngiliz û Hunerên Têlevîzyonê da xelata "Fîlma Îngiliz ya Herî Baş a Salê" hilda.
- "Bajarê Winda"
Di fîlma "Bajarê Winda" da Sandra Bullock, Channing Tatum, Daniel Radcliffe û Brad Pitt dileyîze.
Cureya fîlmê romantîk, komedî û aksiyon e û Aaron û Adam Neeyê birayên hev derhêneriya fîlmê kir.
- "Xwedavana Siûdê"
Di fîlma Ferzan Ozpetek derhêner e da qala jineke ku ji ber aciziya xwe divê li nexweşxaneyê çend rojan razê û zarokên xwe datîne bal hevaleka xwe tê kirin.
Senaryoya fîlmê ji alî Ozpetek, Silvia Ranfagni û Gianni Romoli va hat nivîsandin û di rola sereke ya vî fîlmê Îtalyayê da jî Stefano Accorsi, Jasmine Trinca, Edoardo Leo, Serra Yilmaz û Sara Ciocca dileyîzin.
- "Eiffel"
Di fîlma kurtejiyana dîrokî da ji lîstikvanên navdar Romain Duris, Emma Mackey, Pierre Deladonchamps û Armande Boulanger dileyîzin.
Di fîlma mohra Martin Bourboulon li serê ye da qala çîroka Birca Eyfelê tê kirin.
Fîlm bi şirîkatiya Almanya, Belçîka û Fransayê va hatiye kişandin û senaryo jî ji alî Caroline Bongrandê va hatiye nivîsandin.
- "Araf 5: Malbat"
Di fîlma tirsonek a Ugur Kaplan derhênerî kir da wek lîstikvan Hazal Ozbal, Ezgî Îrem Mutlu, Dogukan Oltulu û Levent Kahraman dileyîzin.
- "Pêmezin û Malbata Wî"
Fîlma anîmasyonê ya Ben Stassen û Jeremy Degruson kişandin da qala Pêmezin û Malbata Wî ya ku ji bo parastina sirûştiyê di nav çi hewlê da ne, dike.