Abdullah Tel
08 Sibat 2018•Rojanekirin: 10 Sibat 2018
ÎSTANBUL
Li salonên sînemayê yên çar aliyê Tirkiyeyê 2 jê xwemalî 6 fîlmê bikevin vîzyonê.
Fîlmê "Kayhan" ê ku di rola sereke da Şahan Gokbakar dileyîze û Togan Gokbakar jî derhêneriya filmê kiriye wê bê weşandin. Senaryo ji hêla herdu birayan va hatiye nivîsandin û Îrfan Kangi û Gokçe Eyuboglu jî di fîlmê da cih digirin.
- "Mêrikê Hêja Sureyya"
Fîlmê bi derhêneriya Gokçe Kaan Demirkiran hat kişandin qala çîroka Sureyya Sonerê di Kulûba Beşîktaşê da bi salane dixebite dike.
Di belgefîlmê da ji bo Sureyya bi Fîkret Orman, Metîn Tekîn, Alî Gultîken, Feyyaz Uçar, Les Ferdînand, Gordon Mîlne û Rîcardo Querasma jî di nav da gelek rêvebir û gogbazan ra hevpeyvîn hatiye kirin.
Ji xeynî fîlmên xwemalî di salonên sînemayê yên Tirkiyeyê da fîlmên biyanî yên bi navê "Pêncî Tonên Azadiyê, Roj Baş, Leo Da Vîncî: Serboriya Mona Lîsayê û Pûloî: Tu carî bi tena serê xwe nefirî" wê bên weşandin.