Haydar Şahin
05 Adar 2019•Rojanekirin: 20 Adar 2019
Şirşinega Tokluya Jêrê ya li Taşliçaya navçeya Agiriya bajarê Herêma Rojhilatê Anadoluyê ya ku zivistana wê bi zor û zihmetî derbas dibe ji ziyaretvanan eleqeyeke mezin dibîne.
Ava şirşirnega li Tokluya Jêrê ya gundê navçeyê zivistanê bi tevahî dicemide û bi mêtroyan bûz çêdibe. Di van demên dawîn da werzişvanên li Herêma Rojhilatê Anadoluyê eleqeyeke mezin nîşanî şirşirnegê didin.
Wezişvanan ji Şirşirnega Tokluya Jêrê hez kirin
Ziyaretvan bi taybetî ji bo çiyagerî û sporên zivistanê tên şirşirnegê, pê ra hilpas dibin. Buza şirşirnegê gelekî kêrî werzişvanên tebîetê tê.
Şirşirneg 7 kîlomêtre dûrî navenda nevçeyê ye û 12 mêtre bilindahiya wê heye. Ziyaretvan bi hêsanî dimeşin û digihîjin Şirşirnega Tokluya Jêrê. Xweşikayên li dorberê şirşirnegê bala ziyaretvanan dikişînin.

- Qadeke zehf baş e
Umît Sonmezê Serokê Kuluba Sporên Çiyê û Çiyageriyê ya Îdir Agiriyê ya Îskender (AKUD) ê ji bo hilpasî buza şirşirnegê bibe ji Îdirê hat gund daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku buza şirşirnegê ji bo hilpasbûnê gelekî kêrhatî ye.
Sonmez destnîşan kir ku li herêmê hilpasî buza gelek ciyan bûn û wiha axivî: "Em li herêmê hilpasî çiya, zinaran dibin û derdikevin meşa tebîetê. Wekî mayîn tên hilpasî buza ciyên wekî vê derê jî dibin. Dem ser ra derbas bibe gelek kes ew ê werin vê derê û hilpasî buzê bibin."
Sonmez got ya girîng ew e ku bi hêsanî digihîjin şirşirnegê û wiha pê da çû: "Parkureke zehf baş e. Qasî ku ji destê me tê em li gor îmkana rewşa hewayê spora çiyageriyê dikin. Di van demên dawîn da navê vê şirşirnegê hat bihîstin. Me jî xwest ku hilpasî buza vê derê bibin û em dibînin ku me tiştekê rind kiriye. Me ciyekî wiha kêrhatî nas kir."
Muhammed Akkuşê werzişvanê tebîetê jî got dibê Şirşirnega Tokluya Jêrê baş were nasandin û werzişvan werin vê derê û wiha axivî: "Em her tim li vê herêmê hilpasî çil û çiyan dibin. Em îro bi hilxwasbûna vê derê gelekî kêfxweş bûn. Ez dikarim bêjim hilpasbûna herî xweş a hetanî îro ev e. Em ê ji îro pê va zêde werin vê derê."