İbrahim Atmaca
05 Adar 2019•Rojanekirin: 07 Adar 2019
Li Şanliurfayê piştî ku barana biharê dibare kariyên kemeyê hêşîn dibin û ev karî dema ku bi goşt ra tê kelandin jê "kibaba keme"yê çêdibe. Ev kibab tenê di mehên adar û nîsanê da tê çêkirin.
Kibaba Şanliurfayê ya mehên adar û nîsanê: "keme"
Li Şanliurfayê cureyên kibaban digel gelê herêmê bala turîstên xwemalî û biyanî jî dikşîne.

Li herêmê piştî barana biharê "kariya keme"yê hêşin dibe û ji vê kariyê jî kibab tê çêkirin. Ji ber ku ev kibab tenê di mehên adar û nîsanê da tê çêkirin, pir bihaye û digel bihabûnê jî cardin eleqeyê dibîne.
Kariya kemeyê di binê erdê da çêdibe û mîna kartolê ye. Karî li ser gir û çiyan piştî baranê hêşîn dibe. Gundî kariyan berhev dikin û didin hosteyên kibabê. Kibaba kemeyê bi bîbera biraştî û seriyên pîvazan va tê xwarin.
Îsal ji ber ku baran zêde barî kîloya kariya kemeyê li gor par erzane û bi 100 lireyî ye.

Li bajêr hosteyên kibaban ên meşûr Şukru Bayram daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku bi derbiharê ra kibaba kemeyê tê bîra me û mişterî zêde dibin.
Bayram wiha got: "Nêzî meh û nîvekî vê kibabê heye, piştî dema wê qediya êdî nayê çêkirin. Par kariya kemeyê pir tunebû û ji ber wê jî bihayê wê pir zêde bû, îsal înşeallah bereketa wê dê zêde be."
Endamê Hîndekariyê yê Endezyariya Xidayê ya Zanîngeha Herranê Prof. Dr. Îbrahîm Hayoglu jî got ku kariya kemeyê ji aliyê proteîn, mîneral û vîtamîna Dyê va dewlemend e.