DİYARBAKIR
Hat ragihandin ku di şaxa "Parastina Restorasyonê" de Xelata Mîrata Çandî ya Yekîtiya Ewropayê dan Dêra Êrmeniyan ya Surp Gîragosê.
Serokê Weqfa Dêra Êrmeniyan ya Surp Gîragosê Ergun Ayik daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku pêşbazî bi destê YEyê hat lidarxistin û ji 29 welatan 263 xebatên restorasyonê tev bûn. Ayik bal kişand ku xelata dan dêrê, xelateke biprestîj e.
- "Ev bajar bajarê me ye jî"
Ayik got ku dêr ji bo tûrîzma bajêr geşedanek e û bi saya serê vê dêrê gelek êrmenî ji derveyî welêt hatin Diyarbekirê û wiha dewam kir:
"Êrmenî ji Amerîka, Kanada, Fransa, Almanya û Hollandayê tên ku van deran bibînin. Ev mirov berê ditirsiyan ku werin van deran. Piştî ku dêr hat çêkirin, ev mirov hatin vê derê. Yên ku tên vir, îcar diçin behsa van deran ji hevalên xwe re dikin. Li gor me ev ax girîng e, loma em vê derê çêdikin. Ev bajar, bajarê me ye jî. Ji ber vê heke piştgiriyeke me çêbûbe, em kêfxweş in."
Ayik daxuyand ku xelat wê di hezîranê de li Osloyê bê dayîn.
Dêra Surp Gîragos di sala 1376an de li Diyarbekirê hat çêkirin û di sala 2011an de jî hat restorekirin û ji bo îbadetê vebû.